141 termên gorên bikomî yên Şingalê hatin naskirin
Rêvebirê Bijîşkê Dadî yê bajarê Bexdayê nasnameya 141 termên gorên bikomî yên li Şingalê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Bijîşkê Dadî yê bajarê Bexdayê nasnameya 141 termên gorên bikomî yên li Şingalê ragihand.
Rêvebirê Bijîşkê Dadî yê Bexdayê Zeyd Yûsif ragihand, gorên bikomî yên li Şingalê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî û ji aliyê Dezgeha Şehîdên Iraqê û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê tên vekirin û hewla nasîna terman berdewam in.
Diyar kir, ta niha wan karîne nasnameya 141 termên ku di gorên bikomî yên li Şingalê ne aşkere bikin.
Meha bûrî Netewên Yekgirtî ragihand, ji koma 16 gorên bikomî li gundê Koco, tîmên wan dest bi vekirina 12 gorankirine, armanc jê jî lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de ye.
Piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî razemendî li ser lêkolînên di tawanên DAIŞê de di sala 2017an de nîşan da, niha tîmeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya parêzer Kerîm Esed Kerîmxan mijûlî lêkolînê ye.
Tîma ser bi Netewên Yekgirtî ve yekem gora bikomî ya ji aliyê DAIŞê ve hatiye hatiye encamdan, di Cotmeha 2018an de li gundê Koco yê Şingalê vekiribû.
S. B