Fransa: Divê Dadgeha navdewletî ya ji DAIŞê re li Iraqê be

Fransa pêşniyaza avakirina dadgeheke navdewletî li Iraqê ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa pêşniyaza avakirina dadgeheke navdewletî li Iraqê ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî dike.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet ragihand, wan pêşniyazek pêşkêşî welatên rojava kiriye, ji bo dadgeheke navdewletî ji çekdarên DAIŞê yên biyanî re ava bikin.

Diyar kir, ew bîroke bi taybet pêşkêşî welatên Almanya, Îspanya û Îtalyayê kirine. Herwiha got: Dadgehe were avakirin, dê ne li Sûriyê be, lê belê dê li Iraqê be û divê bi beşdariya dadgerên Ewropî, Fransî û Iraqî be.

Amaje bi wê kir, hin astengî li pêş wan hene, ji wan jî ew e, divê razemendiya hikûmeta Iraqê were wergirtin û mercê sizaya bidarvekirinê were qedexekirin.

Berî çend rojan 11 çekdarên DAIŞê yên Fransî li Iraqê sizaya bidarvekirinê bo wan hat birîn, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên tund li Fransayê li pişt xwe anîn.

Demek e avakirina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê jî ketiye rojevê, di meha Nîsana bûrî de jî Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Nezîra Gewriyê ji K24ê re gotibû: bi hezaran çekdarên DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de hene û ew daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dikin.

 

S. B