Dêrazor.. 3 şervanên HSDê di teqînekê de hatin kuştin
Sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan belav kir, li gundê Şihêl yê Dêrazorê di encama teqîna bombeyekê bi otombîla şervanên HSDê de, 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.
Li gor zanyariyên Rewangehê, ew teqîn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû kirin.
Ta niha HSDê di derbarê wê teqînê û ziyanên wê de ti daxuyanî nedaye.
Di 23 Adara derbasbûyî de dawî navçeya di bin kontrola DAIŞê de li gundewarê Dêrazorê ji aliyê HSD hatibû kontrolkirin û ji wê demê ve çendîn teqîn hatine kirin û hejmarek ji welatîyên sivîl û şervanên HSDê canê xwe jidest dane.
S. B