Amerîka sizayên nû li ser Îranê disepîne
Amerîka biryar da sizayên nû bi ser kerta petrokîmawî ya Îranê de bisepîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka biryar da sizayên nû bi ser kerta petrokîmawî ya Îranê de bisepîne.
Ajansa “Reuters” belav kir, Wezareta Gencîneya Amerîka di daxuyaniyekê de belav kiriye, bi sedema ku wê kartê ji aliyê darayî ve hevkariya Supaya Pasdaran a Îranê kiriye, Amerîka siza li ser mezintirîn kompanyaya petrokîmawî ya Îranê sepandiye.
Wezareta Gencîneya Amerîka di daxuyaniyê de amaje bi wê kiriye, bi sepandina sizayên nû li ser karta petrokîmawî ya Îranê re, Amerîka hewl dide piştevaniya darayî ji ser Supaya Pasdaran bibire.
Piştî Amerîka ji destpêka meha Gulana bûrî ve kirîna petrolê ji Îranê li 8 welatan qedexe kir, alozî di navbera her du welatan de bilind bû û Amerîka ragihand, heger Îran çi gefê li berjewendiyên wê bike, dê rastî bersiveke tund bê.
Ji wê demê ve asta aloziyan di navbera Amerîka û Îranê de roj bi roj bilindtir dibe, herçend berpirsên her du welatan red dikin ew alozî bigihe asta şer. Herwiha hin hewlên encamdana guftûgo û danûstandinan tên kirin, lê ta niha dest bi guftûgoyan nebûye.
S. B