Pêşmergeyekî Komara Kurdistanê li Mehabadê koça dawiyê kir
Peşmergeyê dêrîn Husên Ehmed Mihemed yê bi navê (Husên Mawlê) naskirî ye, şeva bûrî û ji ber nexweşiyê ve di temenê 81 saliyê de koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peşmergeyê dêrîn Husên Ehmed Mihemed yê bi navê (Husên Mawîlî) naskirî ye, şeva bûrî û ji ber nexweşiyê ve di temenê 81 saliyê de koça dawiyê kir.
Husên Mawîlî Kurdekî Başûrê Kurdistanê bû û di temenê 15 saliyê de bûbû Pêşmergeyekî Komara Kurdistanê li Mehabadê û yek ji Desteya Pasewanên Serokomar Qazî Mihemed bû.
Piştî rûxandina Komarê Kurdistanê, Husên Mawîlî vedigere Başûrê Kurdistanê. Dema Şoreşa Îlonê dest pê dike, pêwendiyê bi şoreşê re dike û dibe yek ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê.
Ji bilî helwesta wî ya niştimanî û netewî, Husên Mawîlî kesayetekî diyar ê qezaya Riwandiz û derdora wê bû.
Husên Mawîlî di sala 1931an de li gundê Mawîliyan ji malbateke niştimanperwer jidayik bû. Di vê dawiyê nexweş bû û derengê şeva bûrî li mala xwe koça dawiyê kir.
Îro bi beşdariya xelkê navçê, berpirsên partîtî û hikûmî, termê Pêşmerge Husên Mawîlî li gundê Mawliyanê bi xakê hat spardin.

S. B