Efrîn.. 2 xortên Kurd bi guleyan hatin kuştin

Li Efrînê 2 xortên Kurd ên bazirganiya sewzeyan dikin, îro bi guleyan hatin kuştin. Heta niha gûman derbarê kuştina wan de heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, rewşa ewlehiyê roj bi roj xeraptir dibe û îro 2 xortên Kurd ên bazirganiya sewzeyan dikin, bi guleyan hatin kuştin.  

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê demjimêr 7:30 du xortên Kurd ên ji gundê Şêx Êmo ne û li Efrînê rûniştine, dema ji Efrînê diçin bazara navçeya Raco, li deşta Kitix li nêzîkî Pira Mêjkê temê wan kuştî hatin dîtin.

Wî jêderî da zanîn, Ebdilrehamn Bilal Şêx Ehmed yê 38 salî û Henan Henan Husên ku her du karê kirîn û firotana sewzeyan dikin, dema ji Efrînê derketin û diçûn bazara Raco ji bo sewzeyan bifiroşin, li deşta Kitix li nêzîkî Pireya Mêjkê, li nava darên zeytûnê hatin kuştin.

Diyar kir jî, ew her du xort gule li serê wan ketibûn û ti nîşaneyên ku ew her du xort rastî dizînê hatibin nînin.

Amaje bi wê yekê jî kir, cihê ew xort lê hatine kuştin 700 metro ji rêbenda grûpa Ehrar El Şerqiyê ya li çatrêya gundê Kemrûkê û 500 metro ji rêbenda Cehbe El Şamiyê ya li çatrêya Mabeta dûr e.

Wî jêderî got: Niha termê wan her du xortan li cem grûpên çekdar ên li Efrînê ne û ew dibêjin ku dê lêkolînê di derbarê kuştina wan de bikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, rêbendên grûpên çekdar li her çatrêyeke Efrînê hatine danîn, lê çalakvanên Efrînê wan grûpên çekdar tometbar dikin, ku ew bi mebest rewşa ewlehiyê têk didin, ji bo xelkê Efrînê neçar bibin û ji Efrînê koçber bibin.

 

Ebdilrehamn Bilal Şêx Ehmed û Henan Henan Husên
Ebdilrehamn Bilal Şêx Ehmed û Henan Henan Husên

 

S. B