Bi sedhezaran geştiyar serdana Diyarbekirê dikin
Bi sedhezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana bajarê Diyarbekirê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedhezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana bajarê Diyarbekirê dikin. Di otelan de cih nema ye. Geştyarên ku serdana Diyarbekirê dikin ji dîtina berhemên dîrokî û xweşbîniya şêniyên bajêr keyfxweş dibin. Bi serdana geştyaran li bazarê jî lîv û tevgera dan û stendinê zêde bûye.
Geştên çandî yên ji bo bajarên bakûrê Kurdistanê zêde bûn. Li bajarên bakur rêjeya tijîbûna otelan ji sedî sed e. Bi sedhezaran geşteyar bi kompaniyên geştê berê xwe didin Diyarbekirê û serdana xan, qesir, pir, mizgeft, dêr, û hemamên dîrokî dikin, kebaba ciğer, şîrînahiya qedayîf dixwin û diyariyan dikirin. Îsal hejmara geştyarên ku ji welatên biyanî tên zêdetir in. Ev koma geştyaran ji Teywanê hatine û dibêjin; em heyranê Diyarbekirê bûn.
Geştyarê Teyvanî ji K24ê re got: "Em tu caran nehatibûn Diyarbekirê lê bi rastî jî me ji Diyarbekirê gelekê hez kir. Derfetên geştyariyê li vê derê zêde ne. Em li cihên dîrokî geriyan, em ê li çend bajarên din jî bigerin."
Geştyarên ji welatan tên di hefteyekê de serdana 4-5 bajaran dikin. Li gorî ragihandina berpirsên qada geştyariyê her geştyarekî biyanî rojane kêmzêde 200 Dolar xerç dike. Ji ber ku nêzîk e û heman çand e ji Hewlêr, Silêmanî, Zaxo û Dohukê jî geştyar serdana bajêr dikin û 2-3 rojan li bajêr digerin.
Geştyar Beyan a ji Başûrê Kurdistanê dibêje: "Ez ji bo nexweşxaneyê hatime, lê ji ber cejnê jî em hatim. Em xelkê Diyarbekirê nas dikin, di 1988'an de dema ku em rastî êrişê kîmyabaranê hatin em hatin Diyarbekirê. Diyarbekirê gelek qelebalix e, heçkû dinya hemû hatiye vê derê. Xweş e Elhemdûlîllah."
Geştyarê Zaxoy: "Ez xelkê Zaxo me, ez ji bo geşta Amedê hatime. Ji bajarên derdorê jî gelek kes hatine Amedê. Em gelek keyfxweş bûn. Me gelek tişt dîtin û me heval û me serdana heval û dostan jî kir."
Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê di salên borî de ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê gelek geştyar nedihatin bakûr. Lê ji ber ku Tirkiye îsal wekî sala Girê Mirazan ragihand û Diyarbekirê jî xelata Sêva Zêrîn girt geştyaran zêdetir berê xwe dan bajarên wekî Riha, Diyarbekir û Mêrdînê.
Berpirsên qada geştyariyê amaje dikin ku li gorî 2018'an îsal hejmara geştyaran ji %200 zêde bûye. Di sala 2018'an de ji milyonekê zêdetir geştyaran serdana Diyarbekirê kirin lê tê çaverêkirin ku îsal nêzî 3 milyon geştyar serdana bajêr bikin.