Li Efrînê welatiyekî din hat revandin
Li Efrînê revandina welatiyên Kurd ji bo standina pereyan ji wan berdewam e. Grûpên çekdar welatiyekî ji gundê Basûtê revandin û daxwaza pereyan jê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê revandina welatiyên Kurd ji bo standina pereyan ji wan berdewam e. Grûpên çekdar welatiyekî ji gundê Basûtê revandin û daxwaza pereyan jê dikin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro welatiyê bi navê Elî Zekî Betal dema ew û birayê diçûn karê xwe li Efrînê bi rê ve ji aliyê grûpa El Hemzat ve hat revandin.
Wê jêderî da zanîn, Elî Zekî Betal dikaneke wî li bazara keskatiyê ya Efrînê heye, grûpa çekdar ew girt û birayê wî berda û ewê ji bo wergirtina pereyan pêwendiyê bi wî re bikin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û eşkencedan û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin. Hejmarek kes jî di bin eşkenceyên hovane de hatine kuştin.
Ev yek di demekê de ye, duhî 2 xortên Kurd dema ji Efrînê diçûn bajarokê Raco, di rê de bi guleyan hatin kuştin û hîna nayê zanîn ji aliyê çi grûpekê ve hatine kuştin.
S. B