Bîrewerîya Roja Reş a Silêmanîyê

Gullebarankirina xelkê li Qişleya Silêmanîyê li 9ê Xizîrana sala 1963 bi navê Roja Reş hatîye nasîn, ku li ser destê Firqeya yeka supayê Îraqê û bi serperiştîya Zeîm Sidîq ê xûnmij nêzîk 100 xort û zelamên Silêmanîyê hatin zîndeçalkirin, bêsoraxkirin û bi hezaran kes jî şandin zîndanan. Tenê ji ber wê yekê ku xelik amade nebûn axftinên nehejî û bêrêz bidin Mela Mistefa Barzanî.

K24- Silêmanî

Di nav Parka Azadî de ku cihê Qişleya Berêye, cihek hatîye dîyarkirin bo bîrewerîya şehîdên 9 Xizêrana 1963yê. Ev navên  pişkek ji wan kesane yên hatine şehîdkirin di wê rojê de, tenê ji ber wê yekê ku qebûl nekiribûn axivtinên nehejî bidin Mela Mistefa Barzanî. Azad Elî ku temenê wî wê demê  8 sal bû, behsa bîrewerîya 57 salan, berî niha dike, Ew dibêje: Wê demê şorişa Kurd di destpêkê de bû, di şereka xûnîn de li çemê Rêzan, Pêşmergey gurzek mezin li sûpayê Îraqê weşand, ew jî wek tolevekirin sizaya xelkê Silêmanîyê da û daxwaz ji wan kirin axivtinên nehejî û bêrêz bidin Mela Mistefa Brazanî.

Piştî ku Ebdulselam Arif gehiştîye desthilatê, delîve çê bû ku wê gora bikom vekin, derkevt; nîve ji kujtîyan bi bêceme ne û cilên nivistinê li ber wanin. Azad Elî behsa wê yekê jî dike ku ji evîna Mela Mistefa Barzanî, bavî wî navê zaroyê wan yê biçûk kirye Barzan.

Rijêma Beisê li sala 1963 nêzîkî 5000 kes ji xelkên bajarê Silêmanîyê girtin û 86 kes ji wan hilbijartin û zîndeçal kirin. Tawanê wan jî ew bû hinek zelamên rijêmê wênyeke Mela Mistefa Barzanî anî bûn û nîşanî xelkê didan û daxwaz ji xelkê dikirin axivtinên nehejî û bêrêz ji Barzanî  re bêjin, lê xelkê guh nedida wan. Yek ji wan 86 kesan bersiva wan dabû û gotibû: Dema we sivkatî bi serokê komara xwe kir wê çaxê we bîyanû heye  daxwaza tiştek weha ji me jî bikin.