Rê ji Rakan Cibûrî dihê girtin ku pereyên Petrodolar xerc bike

Piştî Civata Wezîrên Îraqê xerckirina pereyê Petrodolara Kerkûkê qebûl kir, wezareta Darayî û Pilandananê daxwaza rezamendîya Civata Parêzgeha Kerkûkê kirîye bo xerckirina ewê pereyê.

K24- Hewlêr

Piştî Civata Wezîrên Îraqê xerckirina pereyê Petrodolara Kerkûkê qebûl kir, wezareta Darayî û Pilandananê daxwaza rezamendîya Civata Parêzgeha Kerkûkê kirîye bo xerckirina ewê pereyê.

Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re, hewla wê yekê dide pişkek ji Civata Parêzgehê razî bike daku piştîvanîya wî bikin bo xerckirina wê pereyê; lê heya niha nekarîye.

Di hewla dawîyê de ji 15 wajûyên pêdivî, Rakan Cibûrî şîya tenê 8 wajûyên endamên Civatê kom bike.

 Li gor nerînên Endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê, Rakan Cibûrî Dixwaze berî ku posta xwe bihêle budceyê bixe di xizmeta hoz û kesûkarên xwe de û deverên Kurdan pişt guh bixe; lê bi egera nêzîkbûna alîyên Kurdî bo dîyarkirina kandîdê posta parêzgarê Kerkûkê reneg nekare xwazta xwe bicî bihîne.