Serok Barzanî piştevanî da Nêçîrvan Barzanî

Serok Mesûd Barzanî di rêûresma sûndxwarina Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir piştevanî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî di rêûresma sûndxwarina Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir piştevanî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand, di encama hilbijartina 30î Îlonê di proseyeke demokratîk de, Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin û îro jî Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.

Herwiha got: Piştre jî pêngavên damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê destpê dike. Pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dikim, ji bilî hêviya serkeftinê jê re dixwazim, bi hemû karîna xwe piştevaniyê lê dikim.

Daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê jî kir, her çi zûtir ew pirsgirêkên mane bêne çareserkirin, bi taybet pirgirêkên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne hene, ku demek e kûrtir dibin û cihê metirsiya cidî ye. Ew jî pêwîstî bi hişmendî û têgihîştina hemû pêkhateyên Iraqê were kirin û Ii gor destûrê.

Da zanîn jî, DAIŞ rastî şikestina mezin hat, lê maye û metirsiya wê jî maye û xwe birêk dixe. Metirsiya wê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê heye, belkû li ser navçê û cîhanê jî heye. Ji ber wê pêwîst e rê li berê wê were girtin û karesatên 2014an dubare nebin.

Derbarê navxweya Herêma Kurdistanê de jî ragihand: Pêwîst e em hemû bi hev re pirsgirêkan çareser bikin û hevkar bin.

 

S. B