Almanya jî bala Îranê dikşîne
Wezîrê Derve yê Almanya hişyariyê dide Îranê û radighîne, eger ji rêkeftina atomî vekişe, dê rûbirûyî dorpêçên navdewletî bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanya hişyariyê dide Îranê û radighîne, eger ji rêkeftina atomî vekişe, dê rûbirûyî dorpêçên navdewletî bibe.
Piştî vegera ji Îranê, Heiko Mass di kongreyek rojnamevanî de ragihand, di berjewendiya Îranê de ye, pabendî rêkeftina atomî bibe û got, eger Îran ji rêkeftinê vekişe, dê hemû sizayên li ser Îranê bên vegerandin.
Almanya yek ji welatên endamê Rêkeftina Atomî ye û heta niha rexne li siyaseta tund a dorpêçî ya Amerika beramberî Îranê kiriye. Lê, daxûyaniya Mass wekî dûr bûn ji Îranê tê nirxandin û wekî balkişandinek beramberî Îranê tê destnîşankirin.
C.B