Giringtirîn wêstgehên jîyana serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî, ku bi fermî ji alîyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspartin bo pêkanîna kabîneya nûya Hikumeta Herêma Kurdistanê, jî yê wî 50 sale û ji 16 salîyê ve bûye Pêşmerge, li sala 2012yê bû rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê.

K24-Hewlêr

Mesrûr Barzanî, ku bi fermî ji alîyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspartin bo pêkanîna kabîneya nûya Hikumeta Herêma Kurdistanê,  jî yê wî 50 sale û ji 16 salîyê ve bûye Pêşmerge,  li sala 2012yê bû rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê.

Giringtirîn wêstgehên jîyana Mesrûr Barzanî di vê raportê de hatîye nîşandan.

Serokê nû yê hikumeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî, li 2yê Avdara sala 1969, li gundê Dîlman, li devera Balekayetî  hatîye dunyayê.

Li havîna sala 1985, di jî yê 16 salîyê de peywendî bi rêzên Leşkerê Pêşmergeyên Kurdistanê ve kirîye û pişikdarî di Şorişa Gulanê de kirîye.

Li sala 1988, pişikdarîya meydanî di dastana navdara Xwakurik kirîye li dijî supayê rijêma diktorîya Beisê û bi kamîreya xwe ya taybet pişkek ji qehremanîya Pêşmergey di wê dastanê de tomar kirîye. Ku yeke ji filmên dekyûmênerîyên şorişa çekdarîya gelê Kurdistanê ye.

Sala 1991 pişikdarî di serhildana gelê Kurdistanê de kirîye.

Herçende bi egera Şoriş û berxwedana gelê Kurd, jîyan a zaroyînîya  xwe di awareyî û derbiderîyê de birîye ser, lê qonaxên xwîndina seretayî, navendî û amadeyî li Îranê bi serkevtî temam kirîye.

Li sala 1992 bo fêrbûna ziman Înglêzî, çûye Lendena paytexta Birîtanîyayê bo dema salekê li wir xwîndîye.

Dûv re bo dirêjedan bi xwîndinê, diçe Emerîkayê û li Zankoya Emerîkayî, li Waşitun Dî Sî (1993-1997) xwîndina xwe bi serkevtî temam kirîye û birwanameya Bekaloryos di Zanistên Sîyasî de bi dest xwe ve anîye.

Dûv re her di wê zankoyê de bo bi destveanîna birwanameya Masterê li warê Aştî û Çareserkirina Nakokîyan  xwîndîye.

Li 1998, vegerîyaye Kurdistanê û pişikdarî kirîye di kongireya 12yê Partîya Demukratîya Kurdistanê (PDK) û bi dengên pişikdarbû yên kongireyê hat hilbijartin wek endamê Komîteya Navendîya PDKyê û erkê rêvebirina Ajansa Paraztin û Hewalgirîyê pê ra hat sipartin.

Sala 2015yê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî damezrand wek dezgehek mirovî xêrxwaz û qazanc nevîyayî, bo pêşkeşkirina alîkarî û hevkarîyê bi aware û penaberan.

Di kongireya 13 ya PDKyê ku li sala 2010 birêve çû, yekemîn dengên pişikdarbûyên kongireyê bi dest xwe ve anî û wek endamê Mekteba Sîyasî ya Kurdistnê hat hilbijartin.

Bi fermana serok Barzanî û biryara hejmare 68 li 30yê/4/2012 bûye rawjkarê Civata Asayîşa Herêma  Kurdistanê.

Piştî meha Tebaxa 2014yê di berperçvedan û rûbirûbûna hêrişên teroristên Daişê bo ser Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyê rêvebrîya Herêmê, jûra hevpişik li gel Hevpeyamanan pêkanî, ku evê hewla hevpişik roleka bi bandor hebû li ser arastekirina hêrişên asmanî û rêvebirina operasyonên meydanî li dijî Daişê.

Mesrûr Barzanî li gel serok Barzanî bi awyekî meydanî li enîyên şer amade dibû û pişikdarî di serperiştîya piranîya operasyonan de kirîye li dijî Daişê.

Damezrêner û serokê fexrîyê Borda Zanokoya Emerîkayî Kurdistane li Duhokê, ku li Kanûna Yekema 2013 berê şengisteya wê pirojeyê hat danan.

Xêzandare sê kur û kiçek heye bi navên (Yasmîn, Arîn, Berzîn û Aran)

Ji bilî zamnê dayîkê, zimanên Farisî, Englîzî û Erebî dizane.

Arezûya xwîndin, nîgarvanî, hespswarî û melevanîyê heye.