Belcîka piştîvanîya Mesrûr Barzanî û kabîneya wî dike
Belcîka tekez dike li ser hevpişkî û piştîvanîya kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Belcîka tekez dike li ser hevpişkî û piştîvanîya kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê.
Hêndrêk Van Dî Vêldî, balyozê Belcîkayê li Ûrdin û Îraqê di Twîtekê de nivîsîye, Belcîka piştîvanîya Ecindayên kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî dibe.
Balyozê Belcîkayê li Ûrdin û Îraqê tekezê dike li ser asta nêvdewletî Belcîka piştîvan û hevahengkarê Hewlêrê dibe.
Van Dî Vêldî di dirêjeya Tiwîta xwe de hêvîya serkevtinê dixwaze bo Mesrûr Barzanî û kabîneya wî bo pêşveçûna zêdetir.