Belcîka piştîvanîya Mesrûr Barzanî û kabîneya wî dike

Belcîka tekez dike li ser hevpişkî û piştîvanîya kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Belcîka tekez dike li ser hevpişkî û piştîvanîya kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê.

Hêndrêk Van Dî Vêldî, balyozê Belcîkayê li Ûrdin û Îraqê di Twîtekê de nivîsîye, Belcîka piştîvanîya  Ecindayên kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî dibe.

Balyozê Belcîkayê li Ûrdin û Îraqê tekezê dike li ser asta nêvdewletî Belcîka piştîvan û hevahengkarê Hewlêrê dibe.

Van Dî Vêldî di dirêjeya Tiwîta xwe de hêvîya serkevtinê dixwaze bo Mesrûr Barzanî û kabîneya wî  bo pêşveçûna zêdetir.