Cêgir wezîrê Geşepêdana Abûrî yê Elmanîyayê gehişte Hewlêrê
Martin Ceyger, cêgirê wezîrê Geşepêdana Abûrî yê Elmanyayê bi serdenekê gehişte Hewlêrê û biryare sube serdana Mûsilê bike û dûv re jî diçe Duhokê û serdana kempên awareyan dike.
K24- Hewlêr
Martin Ceyger, cêgirê wezîrê Geşepêdana Abûrî yê Elmanyayê bi serdenekê gehişte Hewlêrê û biryare sube serdana Mûsilê bike û dûv re jî diçe Duhokê û serdana kempên awareyan dike.
Êvarîya evro Martin Ceyger bi rêya firokexaneya nêvdewletîya Hewlêrê gehişte Herêma Kurdistanê û ji alîyê Felah Mistefa, berpirsê Fermangeha peywendîyên Derve yên hikumeta Herêma Kurdistanê û kunsilê Elmanîyayê ve hat pêşwazîkirin.
Nûçegihanê Kurdistan24 li ser serdana cêgirê wezîrê Geşepêdana Abûrî yê Elmanyayê got: Ceyge sube serdana Mûsilê dê bike û dûv re jî diçe Duhokê û serdan kempa awreyan dike. piştî ku vediger Hewlêrê li gel serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanaîna kabîneya nûya hikumeta Herêmê dê bicive.
Martin Ceyger, ji 2018yê ve posta cêgirê wezîrê Geşepêdana Abûrîya Elmanîya heye, dû salan jî gotebêjê wezareta Darayî ya Elmanîyayê bûye. Bo dema çend salan jî balyozê welatê xwe bûye li Evganistanê.