Mistefa Hicrî pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike
Mistefa Hicrî, berpirsê giştî yê Hizba Demukrata Kurdistana Îranê di peyamekê de pîrozbahîya Hizba xwe arasteya Mesrûer Barzanî kir bi boneya raspartina wî bo pêkanîna kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê û hêvî xwazt Herêma Kurdistanê zêdetir ber lêvarên aramî, aştî û avedanîyê bibe.
K24- Hewlêr

Deqa Peyamê:
Gelek birêz \ cenabê Kak Mesrûr Barzanî
Silaveka dostane,
Ji alîyê xwe û Hizba Demurata Kurdistana Îranê ve, pîrozbahîya gerim pêşkeş dikim bi boneya hilbijartina we ji alîyê Perlemana Herêma Kurdistanê ve wek serok wezîrên ewê Herêmê.
Bêguman di evê qonaxê de ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek arêşe û kêmasîyên hindûrî û derekîye çaverêya xelkî ji kabîneya nû ya hikumetê bi serokatî hewe yên birêz di asteka bilind ye, berpirsyartîyeka mezin dikeve ser milên we.
Hêvêdarîn bi hestkirin bi evê berpirsyaretîyê û hevdem bi mifa wergirtina bicî ji hemû delîveyan, bi ser astengan re serkevin û Herêma Kurdistanê ber bi lêvarên aramî, aştî û avedanîyê rakêşin.
Li gel rêzên dûbare
Hizba Demukrata Kurdistana Îranê
Berpirsê giştî
Mistefa Hicrî
12yê Xizîran 2019