Hevpara me ya Stratejîk dike piştevaniya YPG û PYD dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, çawa nehîştine li Cerablus û Efrînê YPG û PYD korîdorek dirust bikin, rê nadin li rojhelatê Feratê jî bikin û dibe ku şevek ji nişka ve bikevin wê derê.

K24-Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, çawa nehîştine li Cerablus û Efrînê YPG û PYD korîdorek dirust bikin, rê nadin li rojhelatê Feratê jî bikin û dibe ku şevek ji nişka ve bikevin wê derê.

Erdogan careke din rexneyên tund li Amerîka girtin ku dehezaran loriyan çek û alavên leşkerî dane YPG û dixwazin aramiya Tirkiyê têk bidin.

Erdogan gt:Korîdora terorê ku tê xwestin li bakurê Sûriyê bê dirustkirin, me çawa li xeta Cerablus û Efrîn û bakurê Iraqê şikand, li Rojhelatê Feratê jî emê parçe parçe bikin. wek me her tim gotiye, şevek ji nişka ve emê werin.

Herweha got:Li bakurê Sûriyê kî piştevaniya YPG û PYD dike ku baskên PKKê ne. Hevpara me ya Stratejîk dike. bi dehezar loriyan çek û alavên leşkerî dane. Niha jî armanca wan ya sereke ewe ku li Tirkiyê desthilata AK Partiyê dawî bikin. Dibe ku bihêzbin lê hêza mezin xwedê ye û divê em jî ji xwe bawer bin."