Japon daxwaza roleke avaker ji Îranê dike
Japon hişyariyê ji rûdana şer dide û daxwaz ji Îranê dike, ji bo kêmkirina aloziyan roleke aktîv û erênî bigire ber.
K24 – Navenda Nûçeyan
Japon hişyariyê ji rûdana şer dide û daxwaz ji Îranê dike, ji bo kêmkirina aloziyan roleke aktîv û erênî bigire ber.
Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe piştî civîna bi Serokê Îranê Hesen Rûhanî re, di konferanseke rojnamevanî de hişyarî da, eger e derketina şer navçê heye û daxwaz ji Îranê kir, ji bo kêmkirina aloziyan roleke avaker bigire ber.
Abe ragihand jî, aramiya Rojhilata Navîn ji hemû cîhanê re girîng e û divê Îran di vî warî de roleke avaker bibîne.
Li hemberê, Serokomarê Îranê ragihand, welatê wî destpêşxeriya şer nake, lê heger lê were kirin dê bi tundî bersivê bide.
Îran dixwaze berî her danûstandinekê dorpêça aborî ya li ser wê were rakirin, yan bê sivikirin û vê peyamê jî bi riya Serokwezîrê Japonê re digihîne Serokê Amerîka Donald Trump.
S. B