Tirkiye: Ger Amerîka dijî Tirkiyeyê gavan biavêje,Em jî dijî wê gavan dê biavêjin
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: Ew li ser kirîna S400 rijd in û ji biryara xwe navegerin. Encama kirîna S400 çi bibe; bila bibe, ew amadene hemû zehmetiyekê bikêşin in. Ger Amerîka dijî Tirkiyeyê gavan biavêje ew jî bersivê dê bidin û gavan dêbiavêjin.
K24- Hewlêr
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: Ew li ser kirîna S400 rijd in û ji biryara xwe navegerin.
Encama kirîna S400 çi bibe; bila bibe, ew amadene hemû zehmetiyekê bikêşin in. Ger Amerîka dijî Tirkiyeyê gavan biavêje ew jî bersivê dê bidin û gavan dêbiavêjin.
Çavuşoglu, got: Me S400 kirî. Em bibiryar in û bi ti awayî ji biryara xwe navegerin. Ger Amerîka dijî me gavên nerênî bavêje, wê demê gavên me jî dê hebin dijî Amerîkayê.
Li ser aşkerakirina wan gavan jî got: Ger dema wê yekê hat em jî gavên xwe dê eşkere bikin û biavêjin.
Herweha got: Em beramberî Amerîkayê xwe bêdeng nakin. Êdî tiştek wisa niye. Çi bibe bila bibe, em bersiva Amerîkayê dê bidin.