Komên çekdar li Efrînê 6 welatîyên Kurd desteserkirin
Komên çekdar li 'Efrînê şeş welatîyên Kurd desteserkirin bi tohmeta wê yekê ku peywendiya wan bi Rêveberya Xweser re hene.
K24- Hewlêr
Komên çekdar li 'Efrînê şeş welatîyên Kurd desteserkirin bi tohmeta wê yekê ku peywendiya wan bi Rêveberya Xweser re hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mrovî belavkirye, ku komên çekdarên li Efrînê şeş welatyên kurd ji gundê Sinareyê ser bajarokê Şîyê ve desteserkirne bi tohmeta wê yekê ku peyunediyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene. Li gor ku hatî belavkirin dû kes ji girtyan li beramberî kujmekî pereyan hatîne azadkirin, lê hê jî çar kesên din girtîne.
Di vê dema dawîyê de, polîsên ser bi Mertala Firatê ve bêtir ji yazde welatiyên Kurd ji bajarê Efrînê girtibûn bi tohmeta ku peywnediyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene.