Eyad Elawî bo Mesrûr Barzanî: Me bawerî bi te û şîyanên te heye

Bi boneya hilbijartina Mesrûr Barzanî, serok wezîrê nû yê Herêma Kurdistanê û raspartina wî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikuemtê, Eyad Elawî, serokê Îtîlafa Wetenîye ya Îraqê, peyameka pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Barzanî kir.

K24- Hewlêr

 Di peyamê de, Eyad Elawî dibêjîte Mesrûr Barzanî: Pîrozbahîyê li te dikim, bi hilkevta bidestveanîna bawerî û mitmaneya perlemana Kurdistanê û hilbijartina te wek serok wezîrê Herêmê, Me Bawerî bi te û bi şîyanên te heye.

Serokê Îtîlafa Wetenîye, tekezê dike ku ewa hatîye encamdan pêngaveke ber bi pêş ve bo parêzvanîyê ji destkevtên Herêma  Kurdistanê û hewildane bo bihêzkirina Herêmê daku xizmetên zêdetir bigehe berjewendîyên bilindên niştîmanî , Yekêtîya Îraqê û selametîya gelê wê bi tevaya çîn û taxan ve.

Di dawîya Peyamê de, hêvîya serkevtinê xwazt bo serok wezîrê raspartî bo pêkanîna kabîneya nûya hikuemtê û dibêje: Xuda we serkevtî bike û ber bi rêya rast we araste bike.