Mihemed Îsmaîl: Partî berhema xebata tevahiya miletê me ye
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-S Mihemed Îsmaîl di derbarê salvegera 62emîn a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê de ragihand, Partî li Sûriyê li ser bingeha hebûn û mafê gelê yê rewa Kurd di hundir Sûriyê de hat damezrandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-S Mihemed Îsmaîl beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û di derbarê salvegera 62emîn a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê de ragihand, Partî li ser bingeha hebûn û mafê gelê Kurd yê rewa di hundir Sûriyê de hat damezrandin û berdewamiya rêbaza netewî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê – Iraq ye.
Îsmaîl herwiha got, civaka Kurdî bi dilxweşî damezrandin partî hembêz kir û di demeke gelekê kêm de di nava civaka Kurdî de berfereh bû û piştevanî û alîkariya jê re hat kirin. Ji bo vê yekê jî rêjîma Sûriyê dest bi girtina piraniya serkirdeyên wê kir. Herwiha ji bo dengvedana wê çi li ser asta hundirîn û çi li ser asta navdewletî çê nebe û gelê Kurd li dora wê kom nebe, ji aliyê dewleta Sûrî ve gelek astengî û zehmetî hat.
Herwiha serbar kir: “Lê miletê Kurd xwe neçemand û serkirde û kadroyên ji zîndanê derdiketin bi karê xwe berdewam bû. Partiya ku îro heye, berhema xebata miletê me tev e. Partiyê jî bi berdewamî berevanî û xebat di ber hebûn mafên vî miletî li ser asta siyasî, civakî û çandî de kiriye û roleke mezin di warê bilindkirina asta hizra netewî de dîtiye.”
Amaje bi wê yekê jî kir. Partiyê roleke girîng dît ku hizra netewî, hebûn û mafên gelê Kurd bi awayekî rêkxistinkirî û bi peyrew û bername veguhast qonaxeke siyasî û serdemî.
Ragihand, ji ber vê rola Partî, rêjîma Sûriyê ji destpêka damezrandinê ve dest bi girtina serkirde û kadroyên Partiyê kirin û bi taybet li ser pêlan bû, yekem di destpêka salên şêstî ên sedsala bûrî û pêla duyem jî di sala 1973an bû û Sekretêr û serkirdatiya partiyê 8 sal û nîvan xistin zîndanê û rêjîmê miletê Kurd bişkîne û dest jê vê rêbazê berde û ti hêviyan li ser girê nebe, lê berûvajî wê nifşên di piştre bi xurtî tevlî partiyê bûn û berdewamî dan xebatê.
Îsmaîl got jî, Tevî gelek nakokî û perçebûn di nava tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê çê bûn û bûye cihê gazindê ji aliyê miletê me ve, lê me her xwastiye berûvajî vê yekê kar bikin, ji wan karan jî di sala 2014an de em 7 partiyên siyasî yekîtiyeke rêxistinî dirust kir. Herwiha di sala 2011an de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wek sîwanekê ava kir, ku niha 15 partiyên siyasî, 30 rêxistinên ciwan, jinê û rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe tê de ne.
S. B