Amerîka bereya li dijî Îranê dike bereyeke navdewletî

Amerîka kar ji bo komdengiyeke navdewletî li dijî Îranê dike. Bi gotina Washingtonê jî, Îran bûye pirsgirêkeke navdewletî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka kar ji bo komdengiyeke navdewletî li dijî Îranê dike. Bi gotina Washingtonê jî, Îran bûye pirsgirêkeke navdewletî.

Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew bi Wezîrê Derve Mike Pompeo û Şêwirmendê Encûmena Netewî John Bolton re kar dike, bo komdengiyeke navdewletî li dijî gefên Îranê dirust bikin.

Patrick Shanahan dibêje: Ji sedî 15 petrola cîhanê di tengeava Hurmizê re derbas dibe, bi wateya ku pirsgirêka Îranê ne tenê ji Amerîka re ye, belkû pirsgirêkeke navdewletî ye.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka bi wekalet di demekê de tê, ji çend hefteyên bûrî ve êrîş li hejmarek keştiyên petrolhilgir ên Siûdiye, Japon, Nerwoj û Îmarata Erebî li nêzîkî tengeava Hurmizê hatine kirin, vê yekê jî metirsiyeke mezin li ser aramiya Rojhilata Navîn dirust kiriye.

 

S. B