Artêşa Sûriyê êrîşî xala çavdêriyê ya Tirkiyê li Idlibê kir

Piştî 3 rojan careke din arteşa Sûriyê êrîşî xalên çavdêriyê yên arteşa Tirkiyê li Idlibê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 3 rojan careke din arteşa Sûriyê êrîşî xalên çavdêriyê yên arteşa Tirkiyê li Idlibê kir.

Di derbarê mijarê de Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê daxûyaniyek belav kir û ragihand, ji herêma Tall Bazan ya di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye, ber bi xalên çavderiya Tirkiyê li Idlibê bi zanatî êrîş hatiye kirin.

Da zanîn jî, êrîş bi topên hawan li dijî xala çavderiyê ya hejmar 9 hatiye kirin, lê çi zirarek negihiştiye leşkerên wan. Arteşa Tirkiyê bi çekên giran bersiva êrîşê daye û piştî êrîşê bi Rûsyayê re jî pêwendî hatiye danîn.

Roja 13ê vê mehê jî, Wezareta bergîriyê ya Tirkiyeyê ragihandibû, ji herêma di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, bi topên Hawinê êrîşî li ser xala çavderiyê ya Tirkiyê hat kirin û 35 topên Hawanê li xala çavderiyê ya hejmar 10 ketin û di encamê de 3 leşker birîndar bûbûn.

 

S. B