Hevpeymanan rahênan bi 173 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê kirine
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka aşker kir, wan heta niha rahênan bi zêdetir ji 173 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka aşker kir, wan heta niha rahênan bi zêdetir ji 173 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê kirine.
Hevpeymaniya Navdewletî li ser hejmara xwe ya “Twitter” belav kir, ji destpêka şerê li dijî DAIŞê û destpêkirina rahênankirinê bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ve, zêdetir ji 173 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqî ji aliyan ve hatina rahênankirin.
Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir jî, niha li piraniya navendên rahênankirinê de, Iraqî bi xwe serperiştiya rahênankirinê dikin.
Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê roja 15ê Hezîrana 2014an li ser fermana Serokê Amerîka Barack Obama û daxwaza Hikûmeta Iraqê dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Iraqê kir.
Herwiha di destpêka meha Tîrmeha 2014an de dema DAIŞê êrîşî ser Şingalê û Herêma Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî çek ji Pêşmerge re şand û hevkariya hêza Pêşmerge kir û pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.
S. B