Mesrûr Barzanî: Bo pêkanîna kabîneya nû YNK û PDKê pabendî rêkeftinên xwe ne
Civîna Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bidawî bû û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bidawî bû û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kir.
Mesrûr Barzanî ragihand, armanca civînê, pêşkêşkirina C.Vyên kandîdên postê di kabîneya nehem de bû, ji bo di zûtirîn dem de pêkaheya kabîneya nû pêşkêşî Parlemantoyê Kurdistanê bikin.
Mesrûr Barzanî got jî: Erkê me pêkanîna hikûmetê ye û YNKê jî bi rêkeftinên berê yên di navbera PDK û YNKê de hatine îmzekirin, pabend e.
Ji aliyê xwe ve Endama şanda YNKê Îmad Ehmed ragihand, hêvîdar in bi PDK û aliyên din re hikûmeteke bihêz pêk bînin, ji bo bikare xizmetguzariyan pêşkêş bike.
Diyar kir jî, wek YNKê em pabendî rêkeftina bi PDKê re dibin û berê jî YNKê hevbeşekî rasteqîne bû, ev ne kabîneya yekem e ku YNKê beşdariyê tê de dike.
S. B