Pêkhateyên Herêmê û kabîne ya nû
Biryare di kabîneya nû ya hikumeta Herêmê de pêkhateyên Herêmê pişikdaryeka kara bikin. Nwênerên pêkhateyan di Perlemana Kurdistanê de aşkera dikin ku heya niha ti postek bo Turkumanan û Kirîstîyanan yek alî nebûye. Belê wan berê komek daxwazî dayîne şanda danûstankarên PDKyê (Partîya Demukrata Kurdistanê) û soza wê yekê jî wergirtine ku pişikdarîya wan evê carê ji kabîneyên berê cûda be.
K24- Hewlêr

Romîyo Hekarî, serokê Firakisyona Hevpeymanîya Yekêtîya Neteweyî di Perlemana Kurdistanê de ku hevpeymanîya wî ji encama 5 kursîyên kirîstîyanan xwedîyê sê Kursîyane, dibêje: Kirîstîyan daxwaz dikin posta rawêjkarê serokê hikumetê bo karûbarên Kirîstîyanan di kabîneya nehem de bihê zêdekirin û bi wezaretekê jî pişikdar bibin di kabîneya nû de. Di nav wezaretan de jî wezareteka xizmetguzarîyê bibe pişka Kirîstîyanan wek wezareta Şarewanîyê.
Berê jî Turkumanan daxwazîyên xwe dayîne şanda danûstandkarê PDKyê û niha le benda Mesrûr Barzanî serok wezîrê raspartî ne daku serdana wan bike. Aydin Meirûf, serokê Bereya Turkumanî li Herêma Kurdistanê, dibêje: Evê carê çavê me li wê yekê ye zêdetir ji wezaretekê bidin me.
Di kabîne berê de hikumeta Herêma Kurdistanê tim rola pêkhateyan xistîye ber çavan û pişikdarbûne di dezgehên hikumetê de. Di kabîneya nehem de jî pêkhate daxwaz dikin rol û pêgehên wan bixin berçavan û pişikdarîya wan bihê kirin di tevaya gehên hikumetê de.