Baregeha Barzanî bersiva axivtinên Mehmûd Sengawî dide

Piştî ku Mehmûd Sengawî, endamê Mekteba Sîyasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê di gotarekê de bi tundî hêriş kiribû ser Partîya Demukrata Kurdistanê, nivîsîngeha ragehandina baregeha Barzanî di ragehandinekê de bersiva Mekteba Sîyasîya YNKyê da li ser ewê yekê û ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Axivtinên Mehmûd Senagawî ku gelek nizm û bê ast bûn, wê yekê nahîne bersiv bihê dan. Çunku dîrok û kar û kirdarên evî kesî xuyane û aşkeraye, mafîya, talançî û bikuj yê wê yekê nîne bersva wan bihêt dan. Li gel evê yekê jî bo Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û gotebêjê wê gelek cwantir bû ku bê deng bane neku ev daxuyannameya şerminane û bê naverok li beranber axivtinên talançîyekî belav bikin ku bi nefesa têkdana rewşa Kurdistanê û şêwandina asûde û tenahîya civakîya xelkê axivtîye.

Nivîsînegeha Baregeha Barzanî 18yê /6/2019