Berpirsekî PDKyê bo Mehmûd Senagawî: Beq bi qîreqîrê mezin nabe

Alan Heme seîd berpirsê liqa 21ê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û endamê Civata Serkirdatîya PDKyê li Silêmanîyê û Helebce, di bersiva axivtinên Mehemûd Sengawî de ragehand: Beq bi qîreqîrê mezin nabe, pêdivîye xelkê Kurdistanê rê nede evan core kesan rol hebe û bwar hebe di seqaya giştî de rolan bibînîn.

K24- Hewlêr

Alan Heme seîd berpirsê liqa 21ê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û endamê Civata Serkirdatîya PDKyê li Silêmanîyê û Helebce, di bersiva axivtinên Mehemûd Sengawî de ragehand: Beq bi qîreqîrê mezin nabe, pêdivîye xelkê Kurdistanê rê nede evan core kesan rol hebe û bwar hebe di seqaya giştî de rolan bibînîn.

Di hevpeyvîneka taybet de li gel Kurdistan 24 , Alan Heme Seîd, bepirsê liqa 21ê PDKyê behsa bînîngeha PDKyê kir bo ayîndeya Herêma Kurdistanê û got: Bo avakirina Kurdistaneka bihêz PDKyê pêdivî bi aramîyeka bihêz û peywendîyeka sîyasîya akincî heye. Li ser evê binemayê jî ji 30yê Îlona 2018yê ve dest bi danûstandinan kirîye heya gehiştîye hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û raspartina kandîdê serokê hikumetê û di vê yekê jî de stratîcîteta aramgirtinê hilbijartibû.

Alan Heme Seîd got: Li ser asta fermî de, arasteya peywendîyan li gel alîyên sîyasî ber bi akicîbûneka zêdetir û pêşveçûna peywendîyan in; lê di perawêzê de hinek kes dijîn ku nevên aramî hebe û divên mifayê wergirin ji seqaya aloz û naakincî.

Got jî: Ew kes neberpirsin, lê berpirsyartî hene û berpirsin li ser wê yekê ku rewşê têk bidin.

Li ser Mehmûd Sengaw jî got: axivtinên Sengawî ji sinûrê tore, edeb û peywendîyên dostane ya sîyasî buhirandien. Dibêjin axivtin sifetên wî kesî ne ku diaxive. Sîyasetê nivşa milmilanê têde ye, lê milmilanêyek ku bi wê arasteyê be ka kî bêtir xizmetê bike.

Herweha got: Bi nerîna me, eger mirov bi xwe mezin nebe nekare mirovên mezin bibîne. Li ba me cenabê serokê Barzanî, mirovek mezine. Ev yek jî bi kar û kirdewe hatîye selmandin. Ezmûna 57 salîya pêşmeregatîya cenabê serok Barzanî, gewahîder û dîterê evê yekê ye. Di asta herêmatîyê û hindûrî de xelik li asta pêgeh û meznahîya serok Barzanî têdigêje. Pendek berê heye dibêje: Beq bi qîreqîrê mezin nabe, hinek kes jî biçûkin û bi qîreqîrê mezin nabin.

Alan Heme Seîd tekez jî kir: Ev axivtin xizmeta doza sîyasîya gelê Kurd nake. Ev kes pişkek bûn ji dehan karên nebicî. Tilên xelkê bo wan dihê raweşandin di tîrorkirina rojnamevanan û destên wan heye di dehan dosêyên gendelîyê de û wan nevêt Kurdistaneka bihêz durist bibe, çunku Kurdistaneka bihêz rewşa wan dişêwîne û xirab dike.

Herweha got: Serok Barzanî kesyetîyeke mezine û serokê Firansayê pirotokolê bo dişkîne û 57 sale Pêşmerge ye daku xizmeta xelkê Kurdistanê bike.