Mesrûr Barzanî pêşwazî li Eyad Elawî kir

Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Civata Asayîşa Kurdistanê û raspartîyê pêkanîna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Dr.Eyad Elawî, serokê Hevpeymanîya Nîştîmanî û şanda pê re.

K24-Hewlêr

Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Civata Asayîşa Kurdistanê û raspartîyê pêkanîna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Dr.Eyad Elawî, serokê Hevpeymanîya Nîştîmanî û şanda pê re.

 Di dîdarê de piroseya sîyasîya Îraqê, pêşhat û girjîyên deverê hatin gengeşekirin û ronahî xistin ser peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di wê dîdarê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Hevdem tekez kir li ser çareserkirina pirs û arîşeyên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûrê û danûstandinên rû bi rû.

Ji alîyê xwe ve jî serokê Hevpeymanîya Nîştîmanî careka dî pîrozbahî  li Mesrûr Barzanî kir û hêvîya serkevtinê bo Mesrûr Barzanî xwazt di erkên wî yên nû de, ragerhand: Hêvîdarim di dema dahatî de peywendîyên di navbera hikumeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de ber bi pêşve biçe.

Herdû alî kok bûn li ser lezkirinê li destpêkirina danûstandinan bi armanca vedîtina çareserîyeka bingehîn bo tevaya arîşe û avakirina Îraqekê ku tevaya pêkhateyan têde hest bi maf û erkên xwe bikin.