Eyad Elawî serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir

Birêz Dr. Eyad Elawî Serokê Mînbera Iraqî, pîrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest.

K24- Hewlêr

Birêz Dr. Eyad Elawî Serokê Mînbera Iraqî, pîrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest.

Birêz Elawî û şanda li gel ku ji hejmarek endamên Komîteya Navendî ya Mînbera Iraqî pêkhatibûn, îro çarşem 19/06/2019 li hevdîtinek da li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, tevahiya piştgîriya xwe û Mînbera Iraqî ji bo birêz Nêçîrvan Barzanî derbirî û rêzdar jî spasî serdan û pîrozbahiya birêz Elawî û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr û Bexda hate guftûgo kirin û birêz Nêçîrvan Barzanî tekez li ser çareserkirina kêşeyên helawestiyên Hewlêr û Bexda li rêya guftûgo û li ser bingeha destûrê kirin.