Li Efrînê teqînekê rû da û birîndar hene

Li Efrînê otombîlek tar teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê otombîlek tar teqandin û li gor zanyariyên destpêkê, birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê tombîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiya û çekdarek bi giranî birîndar bûye û ziyanên madî gihîştine xaniyên derdora cihê teqînê.

Da zanîn jî, xwediyê otombîlê çekdarekî grûpa Ehrar El Şerqiyê ye û li heman taxê rûniştiye û ew bixwe bi giranî birîndar bûye.

Wê jêderî amaje bi wê yekê kir, ev bû çend teqînên wiha li Efrînê rû didin û otombîl tên teqandin, ew jî vedigere nakokiyên di navbera grûpên çekdar bixwe de, ku her grûpek otombîlên grûpa din diteqîne û gelek caran xelkê sivîl dibin qurbaniyên van teqînan.

 

 

S. B