Platforma Tekoşîna Jinan: Jinên Kurd rastî kiryarên giran tên
Li Diyarbekirê bi boneya 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanî, bo jinên penaber û mexdûrên şer civîneke çapemeniyê hat li darxistin. Civîn ji aliyê Platforma Tekoşîna Jinên Ku Bi Darê Zorê Hatine Destgîrkirin ve hat dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînê de endama platformê Gulcîhan Şîmşek bal kişand ser jinên ku di di encama şeran de bûne penaber û amaje kir ku şerên Kurdistan û Rojhilata Navîn de rû didin mexduriyeteke mezin derxistine holê bi teybetî jin rastî kiryarên giran hatine û rewşa jinên Kurd ên Êzîdî hat nirxandin.
Şîmşek anî zimên, hîn jî nêzî 3 hezaran jin û zarok di destê çeteyan de wek dîl tên girtin. Di daxuyaniyê de banga cîhaneke bê şer û jiyaneke wekhev hate kirin.
S. B