Rojavayê Kurdistanê: Hewlên qerebûkirina cotyaran tên dayin
Tu biryarên fermî bi qerebûkirina cotkaran nehatine dayîn, lê egere civîn bêne kirin û bi şêweyekî alîkariya cotkaran bê kirin...
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê qerebûkirina cotkarên Rojavayê Kurdistanê yên ku zeviyên wan hatine şewitandin, Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir, ku wan hin komîte ji Desteya Çandiniyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn damezrandin e, bi armanca belgekirin û jimartina rûberên şewitî û tomarkirina navên xwedanên wan zeviyan, ku eger e di paşerojê de ew kes bêne qerebû kirin.
Tu biryarên fermî bi qerebûkirina cotkaran nehatine dayîn, lê egere civîn bêne kirin û bi şêweyekî alîkariya cotkaran bê kirin.
Ji aliyek din ve, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd mangirtinek li bajarê Qamişlo lidar xist .
Rêxistina Jinê ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd, bo piştgiriya cotyaran mangirtinek lipêş avahiya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Qamişlo lidar xist.
Endamên Partiyê didin zanîn, ku ew dixwazin bi rêya vê mangirtinê, bang li rêxistinên navxweyî û navdewletî bikin, da ku alîkarî û qerebûkirina cotyaran bikin.
C.B