Çînê divêt Herêma Kurdistanê bike derazînkeke Bazirganî li deverê

Çîn yek ji welatên girhêzên cîhanê ye û di demekê de ku niha di rikaberîyeka dijwar de ye li gel Emerîkayê bo dest bi ser dagirtina bazarê cîhanê nemaze jî li bwarê teknekocîyayê, niha çavê wê li Herêma Kurdistanê ye, daku bike derazînkeka bazirganî bo bazarê deverê.

K24- Hewlêr

Li ser evê yekê Cêgir Celal ku Bazirganeke Kurde, tekez dike pêdivîye Herêma Kurdistanê bo pêşxistina bingeha abûrî û bihêzkirina peywendîyên bazirganî, ezmûna Çînê li ber çavan bigire.

Her divê çarçoveyê de Xelîl Goran, cêgirê serokê Yekêtîya Hinartinkar û hînankarên Herêma Kurdistanê aşkera dike bi armanca pêşxistin û bihêzkirina peywendîyên bazirganî daxwaz ji Çînê kirine navendeka Bazirganî ya mezin li Herêma Kurdistanê vekin û bikin navendek Tiranzêt bo parêzgehên din yên Îraqê û pişkek ji welatên derdor.

Aramî û akincîya Herêma Kurdistanê û sanahîkarîya bo weberhêneran weha kirîye, yek ji welatên girhêzên cîhanê  ji alîyê abûrî ve çavê xwe bide bazarê Kurdistanê û bike navenedek bazirganî bo berhemên xwe. bi bawerîya şarezayan jî ev derfeteke başe bo Herêma Kurdistanê ku mifayê ji ezmûna wî welatî wergire.