Fermana girtinê li ser Rêbwar Talebanî hat hilgirtin
Fermana girtina Rêbwar Talebanî, serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet, hat hilgirtin, ku berê, ji alîyê Dadgeha Tawanên Kerkûkê li dijî wî hatibû derxistin.
K24- Hewlêr
Fermana girtina Rêbwar Talebanî, serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet, hat hilgirtin, ku berê, ji alîyê Dadgeha Tawanên Kerkûkê li dijî wî hatibû derxistin.
Li gor naveroka femana Dadgeha Resafe ya Civata Bilidna Dadwerîyê ku arsteyê rêvebrîya Polîsên Parêzgeha Kerkûkê hatîye kirin; daxwaz dike kar bi fermana girtina Rêbwar Talebanî nehê kirin.
Berê jî Dadgeha Kerkûkê li 30/12/2018 fermana girtina Rêbwar Talebanî derxistibû.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragehand: Ew ferman li rêkevta 28ê meha bûrî ji alîyê Dadgeha Resafe ve hatîye derxistin, lê niha gehiştîye dest Rêveberîya Civata Parêzgeha Kerkûkê.
