Hevpeymanîya Nêvdewletî sozek dide Wezareta Pêşmerge

Evro bi serperiştîya Kerîm Şengarî, wezîrê Pêşmerge bi wekalet, civîneka bilind di navbera komîteya bilind a wezareta Pêşmerge, hêzên Hevpeymanan û Burda Çaksazîyê hat encamdan.

K24- Hewlêr

Evro bi serperiştîya Kerîm Şengarî, wezîrê Pêşmerge bi wekalet, civîneka bilind di navbera komîteya bilind a wezareta Pêşmerge, hêzên Hevpeymanan û Burda Çaksazîyê hat encamdan.

Di wê civînê de ku Cceneral Giruker, fermandeyê Ofîsa Asayîşa Hevpişik li Îraqê, Kunsilê giştî yên Emerîka, Birîtanya û Elmanîyayê li Herêma Kurdistanê û her yek ji Serbest Lezgîn, birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ferîq Cebar Yawer, emîdadrê giştîyê wezaretê û Ferîq Cemal Mehemed, serokê Desteya Erkan amade bûn, behsa piroseya çaksazîya Pêşmerge hat kirin û tekez li ser giringîya bicihkirina evê pilanê hat kirin.

Her di wê civînê de herdû alîyan bi giring zanîn ku serokatîya Herêmê û Hikemta dahatîya Herêma Kurdistanê piroseya çaksazî û rêkvexistina hêza Pêşmerge bike karê xwe yê herî pêşîna di çar salên dahatî de.

 Ji alîyê xwe ve, Kunsilê giştî yên her sê welatên amaje pêdayî û rawêjkarên serbazî yên hevpeymanan, sozdan berdewam bin li hevkarîyên xwe bo piroseya çaksazîya Pêşmerge û hevkarîya serbazî bo wezareta Pêşmerge.

 Li beranber, Kerîm Şengarî, supasîya wan kir li ser piştevanî û berdewamîya hevkarîya hêzên hevpeymanan  bo hêzên Pêşmerge û piroseya çaksazîya Pêşmerge. Bi giringî ve ronahî xiste ser bndora rahînan û rawêjê bi hêzên Pêşmerge û daxwaza berdewamîya hevkarîya Hevpeyamanan kir.