Kurdek di peywendîyeka vîdyoyî de li gel Potin rêkalamê bo şawirme ya xwe dike

Emîran Serdarov, Kurdekê Rûsyayê ye di dema peywendîyeka vîdyoyî ya zindî de, pirsyar li Viladîmêr Ptin, serokê Rûsyayê kir li ser yasaya nû ya taybet bi Internêtê. Dûv re jî reklam bo Şawirme ya xwe kir li Moskoyê.

K24- Hewlêr

Li gor malpera RT Emîran Serdarov ku di bineret de Kurdê Rûsyayê ye, dema di peywendîya vîdyoyî de  li ser yasaya nû ya internêtê, pirsyerek  arasteya Potin dike û amaje bi wê dike, ku renge yasa ya nû bibe sedema dabirandina Rûsyayê. Piştî pirsyarê jî bi awayek zindî rêklamê  bo cihê firotina şawirme ya xwe dike û bi kenî ve dibêje: Me bi tamtirîn şawirme ya Moskoyê heye û hemûyan gazî dikim bihên tam bikin.

Potin di destpêkê de ji bîr kir bersiva pirsyara wî Yotuberê  Kurd bide ku xwedîyê 7 milyon dûvkevtî heye, bi kenî ve got: Gelek başe, Tu şîyay mifayê ji evê delîveyê werbigirî û rekalamê bo kala ya xwe bikey.

Dûv re pêşkeşkar î pirsyara Emîranî bi bîra potin anî û di bersiv de got: Ev yasa bo desteberkirina asayîşa Eliktronîya Rûsyayê ye neku sinûrdarkirina azadîya Hevwelatîyan.