Teqînek xwekujî li Xaneqîn

Demjimêr 10:00 şeva burî teqîneke xwekujî di nav kafîtiryayekê de li navenda bajarê Xaneqîn rûda.

K24 Germîyan

Demjimêr 10:00 şeva burî teqîneke xwekujî di nav kafîtiryayekê de li navenda bajarê Xaneqîn rûda.

Nûçegihanê Kurdistan24 li germîyan ragehand: Ew teqîn xwekujî bû û li gor amarên berahîyê hijmareka birîndaran hene û çar ji wan birîndaran gihabûn nexweşxane ya giştî.

Li hûrkarîyên wê kara xwekujî nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Wî xwekujî di berhîyê de bi narincokan hêriş kirîye ser kafîtiryayê û narincoka yekê teqandîye û vîyaye narincoka dûyê biteqîne, lê bi wî re hatîye teqandin û canê xwe ji dest daye.

Amaje bi wê yekê jî kir termê wî kujî  di nav kafîtîryayê mabû ji berku pişkek ji piştêna bombrêjkirî jî mabû û neteqî bû. Hêzên asayîşê jî gazî tîmên bispor kirin daku wê bombê pûç bikin.

Ragehand jî piştî wê karê teroristî, hzên asayîşê hemû derazînkên bajarî daxistin û ji dukandaran re jî xwaztin biçin malên xwe.

Amaje bi wê yekê jî kir ji alîyê rêveberîya bajarî jî rewşa awarte hat ragehandin û qedexeya hatûçûnê ji evro sipêdeyê ve destpêkirîye.