Nêçîrvan Barzanî li gel Receb Teyîb Erdogan dê cive

Ajansa nûçe ya Enadol a Turkîyayê belav kirîye, Evro heyînîyê,22yê Xizranê, 2019, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel Receb Teyîb Erdogan serok komarê Turkîyayê dê cive.

K24- Kurdistan

Ajansa nûçe ya Enadol a Turkîyayê belav kirîye, Evro heyînîyê,22yê Xizranê, 2019, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel Receb Teyîb Erdogan serok komarê Turkîyayê dê cive.

Ajansê nivîsîye: Serokkoamrê Turkîyayê Receb Teyîb Erdogan pêşwazîyê li Nêçîravan Barzanî dike.

Duhî şevê jî Erdoganî di dîdareka televizyonî de li gel kenalê Ntv ya Turkîyayê got: Sube Nêçîrvan  Barzanî dibe mêhvanê min.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Turkîyayê yekem serdana wî dibe piştî hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê û duhî jî li Bexdayê li gel her sê serokatîyên Îraqê civîya bû.