Emerîka gengeşeya bijarteya serbazî dike li dijî Îranê
Çavkanîyekî ji rêveberîya Koçka Sipî bi Kurdistan24 re ragehand: Piştî êxistina firokeya bêfirokevana Emerîkayê li sinûrê nêvdewletî ya ava Kenedayê, rêvberîya Emerîkayê gengeşeya çend bijarteyan dike li dijî Îranê.
K24- Waşintun
Çavkanîyekî ji rêveberîya Koçka Sipî bi Kurdistan24 re ragehand: Piştî êxistina firokeya bêfirokevana Emerîkayê li sinûrê nêvdewletî ya ava Kendavê, rêvberîya Emerîkayê gengeşeya çend bijarteyan dike li dijî Îranê.
Ew çavkanî ku pişikdarîyê di kombûnên Koçka Sipî de dike û nevîya nasnameya wî bihê aşkerakirin, ragehand jî: Yek ji wan bijarteyan, rêçareya serbazî û weşandina gurzê serbazîye li çend armancên Îranê.
Wî çavkanî ragehand jî: Pêntagonê gotûbêj li ser wan bijarteyan kirîye û biryare radestê Koçka Sipî bike û Donald Tiramp î jî, jê re haydar bike.
Çaverê dihê kirin Donald Tiramp, bersiva Emerîkayê li dijî Îranê di çarçoveya wan bijarteyên Pêntagonê li gel komîteyên asayîşa nîştîmanî û karûbarê derve li Kongirêsê genegşe bike.