HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî Da'şê encam da

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî Da'şê li gundewarê Dêrazorê û Menbic encam da û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê girtin.

K24- Hewlêr

Hêzên Sûrya Demokrat  (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî  Da'şê li gundewarê Dêrazorê  û Menbic encam da û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê girtin.

Rewangeha Sûryê ya Mafên Mrovan raghand , Hêzên Sûrya Demokrat bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî daketineke esmanî li hêlên pêşî yên di navbera wan û rêjîma Sûryê de li rojhelatî Çemê Firatê encam dan , di wê operasîyonê de li gor Rewangehê hejmarek  ji bergumanên rêxistina Da'şê girtin. Rewangehê amaje kir ku li bajarê Menbic jî Encûmena Leşkerîya Bajarê Menbic di operasîyoneke pişkinînê de li dijî şaneyên veşartî li gundê Camûse li rojavayê  bajarê Benbic hejmarek  ji çekdarên Da'şê girtin û di nav wan de serkirde û berpirsên wê rêxistnê hene.