HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî Da'şê encam da
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî Da'şê li gundewarê Dêrazorê û Menbic encam da û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê girtin.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasiyonek li dijî Da'şê li gundewarê Dêrazorê û Menbic encam da û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê girtin.
Rewangeha Sûryê ya Mafên Mrovan raghand , Hêzên Sûrya Demokrat bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî daketineke esmanî li hêlên pêşî yên di navbera wan û rêjîma Sûryê de li rojhelatî Çemê Firatê encam dan , di wê operasîyonê de li gor Rewangehê hejmarek ji bergumanên rêxistina Da'şê girtin. Rewangehê amaje kir ku li bajarê Menbic jî Encûmena Leşkerîya Bajarê Menbic di operasîyoneke pişkinînê de li dijî şaneyên veşartî li gundê Camûse li rojavayê bajarê Benbic hejmarek ji çekdarên Da'şê girtin û di nav wan de serkirde û berpirsên wê rêxistnê hene.