Yekîtiya Şaredariyên Başûr Rojhilat rêveberiya nû hilbijart
Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Başûr Rojhilat GABB; ku ji şaredariyên bakûr pêk tê; li Diyarbekirê civiya û serok û rêveberiya nû hilbijartin.
K24 – Diyarbekir
Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Başûr Rojhilat GABB; ku ji şaredariyên bakûr pêk tê; li Diyarbekirê civiya û serok û rêveberiya nû hilbijartin. Piştî tayînkirina qeyûman, di dewsa rêveberiya GABB'ê de jî şaredarên qeyûm ketin rêveberiyê û li gorî beşdarên civînê; 3 sal in ku çalakiyên yekîtiyê hatine rawestandin. Di dengdayîna hat kirin de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Adnan Selçûk Mizrakli wekî serok hat hilbijartin. Mizrakli got; wekî hemû şaredariyên herêmê, ew ê dest û mil bidin hev û ji bo pêşvebirina herêmê û xizmeta gel xebatan bimeşînin.
Ji bo hilbijartina rêveberiya nû ya Yekîtiya Şaredariyên Başûr Rojhilat GABB'ê hevserok û endamên meclisên şaredariyên bakûr, li Diyarbekirê li hev civiyan û ji bo serokatiya nû ya yekîtiyê, wekî delegesyon dengên xwe bi kar hanîn. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli, bi piraniya dengan wekî serokê GABB'ê hat hilbijartin. Mizrakli, spasiya meclisê kir û da zanîn ku ew ê ji cihê mayî xizmetên xwe bidomînin. Li gorî Mizrakli got; di serdema qeyûmî de aîdata endamtiyê qet nehatiye dayîn û xizmetên ku bi hevparî di nav şaredariyên herêmê de çêbûne, hemû hatine rawestandin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Serokê GABB'ê Adnan Selçûk Mizrakli ji K24ê re got: "Êdî ji niha û pê ve divê em xebatan derbasî jiyanê bikin. Em ê pirsgirêkên şaredariyên herêmê yên ku êdî bûne hevpar; çareser bikin. Çi di derbarê rêveberiya herêmî de; çi di derbarê burokrasiyê de; çi jî di derbarê pergalkirina pêwîstiya hilberînê de; ji bo projekirina van xebatan; ji bo xebatên perwerdehiyê jî ji bo nûnertiya neteweyî û navneteweyî jî GABB dê derfetên girîng pêşkêş bike."
Di civînê de ji raportên darayî heta raportên xizmetguzariyê; hemû dane hatin aşkerakirin. Ji bilî hilbijartina serokatiya GABB'ê, rêveberiya nû jî hat avakirin. Di rêveberiya nû de hem ji bajarên bakûr, hem ji navçeyên Diyarbekirê rêveberan cihê xwe girt. Yek ji rêveberên nû hatî hilbijartin jî Hevserokê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê Cemal Ozdemîr bû. Ozdemîr jî da zanîn ku armanca vê yekîtiyê, karkirina hevpar e û bi dan û stendinên navbera şaredariyên herêmê; pirsgirêkên aborî jî yên xizmetê jî bi hev re tên parvekirin.
Cemal Ozdemîr dibêje: "Ev yekîtî ji bo çi bû, em qala wê bikin. Ji bo ku di navbera şaredariyên herêmê û şaredaran de têkiliyek wer danîn, ev yekîtî hat avakirin. Ev xebateke kollektîf bû, şaredarên ku derfetên wan ên di warê xizmetê de kêm bin, şaredariyên din alîkariya wan dikin; ev bi temamî bi armanca karekî hevpar û alîkariyê hatiye avakirin."
Yekîtiya Şaredariyên Başûr Rojhilat GABB, di sala 1991'ê de hatiye avakirin û ji sala 1999'an û heta niha her dem serokê wê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye destnîşankirin. Hemû şaredariyên bakûr endamên GABB'ê ne û butçeya GABB'ê jî dîsa bi aîdatên van şaredariyan û bexşan tê bidestxistin. Hevserokên Şaredariyên HDP'ê ku li hev civiyabûn, da zanîn ku dê bi rêya yekîtiyê xizmetên ji bo gel dorfirehtir û baştir bikin.