Li 10 gundên Bitlîsê derketina derve hate qedexekirin

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 10 gundên Bitlîsê derketina derve hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 10 gundên Bitlîsê derketina derve hate qedexekirin.

Parêzgeriya Bitlîsê aşkere kir, li dorûbera gundên Tetwanê yên bi ser Bitlîsê ve hejmarek gerîlayên PKKê hatine dîtin û li dijî wan operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Parêzgeriya Bitlîsê da zanîn, di çarçoveya operasyonê de li 10 gundên Tetwanê derketina derve hatiye qedexekirin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di encama operasyona Tetwanê de heta niha 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

 

S. B