Mesrûr Barzanî daxwaza hevkariya mirovî ji bo Herêma Kurdistanê dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke grûpa hemû partiyên Parlemana Brîtanya bo dostaniya Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke grûpa hemû partiyên Parlemana Brîtanya kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî ji ber hevkarî û piştevaniya wan ji Herêma Kurdistanê re, destxweşî li grûpa parlemanterên Brîtanyayê kir û behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê kir.

Her di hevdîtinê de, guftûgo derbarê hejmara mezin a koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku pêwîst e civaka navdewletî hewlên xwe bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî zêdetir bike.

Ji aliyê xwe ve, şanda grûpa partiyên Parlemana Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan di navbera Bîrtana û Herêma Kurdistanê de kir û armanca serdana xwe aşkere kir, ku ji aliyekî ve hanê didin webirhênerên Brîtanî bêne Herêma Kurdistanê û ji aliyekî din ve dixwazin lêkolînê derbarê çawaniya hevkariyê bi koçber û penaberan re bikin.

Di dawiya hevdîtinê de, ji bilî xwastina hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di erkê nû de, amadehiya xwe ji bo piştevaniya wî di kabîneya nû de derbirî, bo handana sermeyedarên Brîtanya di pêşvebirina aboriyê û pêşkêşkirina pisporan de di warên cuda yên Herêma Kurdistanê de beşdar bin.

 

S. B