Bi egera hebûna navê Kurdistanê Kevala Partîya Komenîst li Daqûqê anîn xwarê

Bi egera Hebûna navê Kurdistanê kevala baregeheka Partîya Komenîst li qezaya Daqûq anîn xwarê û ew baregeh jî tenê sê roje hatîye vekirin.

K24- Hewlêr

Bi egera Hebûna navê  Kurdistanê kevala baregeheka Partîya Komenîst li qezaya Daqûq anîn xwarê û ew baregeh jî tenê sê roje hatîye vekirin.

Baregeha Partîtya Komonîsta Kurdistanê li qeza ya Daqûqê bi egera 16yê Oktoberê hatibû daxistin ;lê li 20ê evê mehê careka dî vekirin û li ser kevala avahaîyê hatibû nivîsandin: Partîya Komonîsta Kurdistan- Îraq.

Şêx Sidîq berpirsê Komîteya Kerkûkê ya Partîya Komonîsta Kurdistanê bi Kurdistan24 ragehand: Piştî talankirina baregeha Partîya me li Daqûqê li 16yê Oktoberê û daxistana wê, li 20ê evê mehê me baregeh vekir û kevala navê Partîyê jî hilawîst.

Ragehand jî: Duhî şevê hêzeka asayîşê agahdarîya hevalên me kirîne ku kevala navê Partîyê bihînin xwarê  bi bîyanû ya wê yekê ku navê Kurdistanê hilgirtîye û ew yek jî qedexeye.

Amaje bi wê yekê jî da ku bi egera wê agahdarkirina hêzên asayîşê, di niha de me kevala navê Partîya xwe ji baregehê anîye xwar.