Bi egera hebûna navê Kurdistanê Kevala Partîya Komenîst li Daqûqê anîn xwarê
Bi egera Hebûna navê Kurdistanê kevala baregeheka Partîya Komenîst li qezaya Daqûq anîn xwarê û ew baregeh jî tenê sê roje hatîye vekirin.
K24- Hewlêr
Bi egera Hebûna navê Kurdistanê kevala baregeheka Partîya Komenîst li qezaya Daqûq anîn xwarê û ew baregeh jî tenê sê roje hatîye vekirin.
Baregeha Partîtya Komonîsta Kurdistanê li qeza ya Daqûqê bi egera 16yê Oktoberê hatibû daxistin ;lê li 20ê evê mehê careka dî vekirin û li ser kevala avahaîyê hatibû nivîsandin: Partîya Komonîsta Kurdistan- Îraq.
Şêx Sidîq berpirsê Komîteya Kerkûkê ya Partîya Komonîsta Kurdistanê bi Kurdistan24 ragehand: Piştî talankirina baregeha Partîya me li Daqûqê li 16yê Oktoberê û daxistana wê, li 20ê evê mehê me baregeh vekir û kevala navê Partîyê jî hilawîst.
Ragehand jî: Duhî şevê hêzeka asayîşê agahdarîya hevalên me kirîne ku kevala navê Partîyê bihînin xwarê bi bîyanû ya wê yekê ku navê Kurdistanê hilgirtîye û ew yek jî qedexeye.
Amaje bi wê yekê jî da ku bi egera wê agahdarkirina hêzên asayîşê, di niha de me kevala navê Partîya xwe ji baregehê anîye xwar.