Xanimên qurbanîyên destên cengê li dûv termên mêrên xwe digerin

Evro 23/6/2019 roja cîhanîya wan jinane ku li şer û cengan mêrên xwe ji dest dane. Bi şêwazên cuda jî li cîhanî ev roj dihê bîranîn.

K24- Dihok

Evro 23/6/2019 roja cîhanîya wan jinane ku li şer û cengan mêrên xwe ji dest dane. Bi şêwazên cuda jî li cîhanî ev roj dihê bîranîn.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê, bi egera Şerê dijî Daişê gelek jin bê mêr mane û heya niha termên mêrên hinek ji wan nehatîne vedîtin.

Di evê rojê de ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî hatîye hilbijartin, Ew jin daxwaz dikin termên mêrên wan bihên vedîtin. Ew xanimên ku dûr ji warên  xwe dijîn bi egera şer daxwaz dikin vegerin ser mal û cihên xwe.